Mesrûr Barzanî: Heya kontirolkirina Koronayê hatinûçûn dê sinûrdar be

Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî ragehand, rêkarên hatinûçûnê dê sinûrdar be heya teşenekirina Vayrosê bi temamî dihête kontirolkirin.

K24- Hewlêr

Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî ragehand, rêkarên hatinûçûnê dê sinûrdar be heya teşenekirina Vayrosê bi temamî dihête kontirolkirin.

Evro Mesrûr Barzanî di tiwîtekê de belav kirîye, ku peywendî bi Jûra Opersyonên Hewlêrê kirîye û supasîya wan kirîye.

Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê nivîsîye, evro bi telefonê li gel Jûra Operasyonên Parêzgeha Hewlêrê axivtim û min supasîya wan kir bo mandîbûn û dilsozîya wan. Min daxwaz ji wan jî kir, ku berdewam bin li ser cîbicîkirina rêkarn xweparêzîyê.

Herweha nivîsîye: Rêkarên hatinûçûnê dê sinûrdar be heya wê dema teşenekirina Vayrosa Koronayê bi temamî dihête kontirolkirin.