Pirtûka "Rêbera Çalakiyên Dibistanê" bi kurdî hat amadekirin û derbasî dibistanên Sûriyeyê dibe
Qamişlo (K24) – Saziya Zimanê Kurdî (SZK) wergerandina pirtûka "Rêbera Çalakiyên Dibistanê" bi zimanê kurdî bi dawî kir û pirtûk rasterast derbasî nava sîstema xwendinê ya dibistanan dibe.
Li bajarê Qamişloyê, bi amadebûna şandeyeke Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê, bi dawîbûna projeya wergerandina pirtûka "Rêbera Çalakiyên Dibistanê" hat ragihandin. Ev pirtûk piştî xebateke çend mehan ji aliyê SZKê ve ji bo zimanê kurdî hat wergerandin, daku bikeve destê xwendekarên kurd.
Rêveberiya projeyê destnîşan dike ku ev pirtûk xwedî bingehekî xurt ê çandî û perwerdeyî ye û şagirtan fêrî çand, dab û nêrîtên erênî yên civakî dike.
Rêvebera SZKê Viyan Xelîl derbarê naverok û girîngiya pirtûkê de ji Kurdistan24ê re axivî û got: "Armanca vê pirtûkê ew e ku ji bilî wan pirtûkên rêbazî yên mîna ziman, bîrkarî, dîrok û erdnîgariyê, xwendekar bikaribe agahiyên xwe bi riya çalakiyan bixe pratîkê. Her wiha xwe dispêre felsefeyeke perwerdeyî ku tê de xwendekar navenda sereke ya proseya hînbûnê ye; ango ne wekî rêbaza klasîk e ku mamoste tenê dersê bibêje û xwendekar bibihîze, belkî xwendekar bi xwe çalakiyan pêk tînin."
Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Rêbazên Xwendinê di Hikûmeta Sûriyeyê de Îsmet Remedan ji Kurdistan24ê re got: "Dê di dibistanan de hefteyê sê saet xwendina zimanê kurdî hebe. Li kêleka vê yekê, saeteke çalakiyan, pirtûkên têkildarî lêkolînên zanistî û her wiha dersa felsefeyê jî dê bi zimanê kurdî bin. Mirov dikare bibêje nîvê pirtûkan dê bi kurdî bên xwendin û nîvê din ê dersên zanistî yên mîna bîrkarî, fîzîk, kîmya û zanistên giştî jî dê bi erebî bin."
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Qamişlo Ekrem Salih da zanîn ku li hemû wan parêzgehên Sûriyeyê yên ku kurd lê dijîn xwendina bi zimanê kurdî heye, û çapkirin û belavkirina vê rêbernameyê dê sûdekê mezin bide pêşxistina sîstema fêrkirin û perwerdeyê li seranserî Sûriyeyê.