Careke din firokeyên Tirkiyê zîniya Wirtê bombebaran kirin
Îro careke din firokeyên şer ên Tirkiyê baregeh û pêgehên PKKê li zîniya Wirtê li Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro careke din firokeyên şer ên Tirkiyê baregeh û pêgehên PKKê li zîniya Wirtê li Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.
Qeymeqama Riwandizê Kiwêstan Mihemed ji K24ê re ragihand, îro nîvro firokeyên şer ên Tirkiyê zîniya Wirtê bombebaran kirin û hat zanîn ku ziyan gihîştiye 2 bircên kompanyayên gihandinê.
Got jî: Her îro jî lutkeya çiyayê Helemend ji aliyê firokeyên şer ve hatin bombebarankirin.
Ev yek piştî wê tê, şeva bûrî jî firokeyên şer ên Tirkiyê zîniya Wirtê, binarê Qendîlê û sînorê devera Sîdekanê bombebaran kiribûn.
Heta niha ti zanyarî derbarê ziyanên canî yên bombebarana şeva bûrî û îro de nehatine ragihandin.
S. B