Li Ispanya 164 kesên din bi Korona canê xwe jidest dan.

Li Ispanyayê 164 kesên din bi Vayrosa Korona canê xwe jidest dan.

K24-Hewlêr

Li Ispanyayê 164 kesên din bi Vayrosa Korona canê xwe jidest dan.

Wezareta Tendirustî ya Ispanyayê ragihand, di 24 demjimêrên borî de, 164 kesên din bi Vayrosa Korona mirin. Herweha 545 kesên din tûşî Vayrosê bûn e.

Bi vê amarê, hejmara giştî ya kesên canê xwe jidest dayî gihişte, 25 hezar û 428 kesan. Hejmara tûşbûyan jî, 247 hezar kes derbas kir.

Li Belcîkayê jî, di 24 demjimêrên borî de, 80 kesan canê xwe jidest dan. Herweha 361 kes tûşî Vayrosê bûn.