Trump: Gotarên kîn û nefretê yên Demokratan sedema êrîşa Otêla Hiltonê ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump êrîşkarê Otêla Hiltonê wekî "kesekî tundrew" pênase kir û Partiya Demokrat bi belavkirina "gotarên kîndariyê" tawanbar kir.
Donald Trump di hevpeyvînekê de ligel tora "CBS", behsa bûyera gulebarankirinê ya şeva Şemiyê kir ku li Otêla Washington Hiltonê di dema merasîma peyamnêrên Koşka Spî de qewimîbû.
Trump diyar kir, wî daxuyaniya êrîşkar xwendiye û nîşaneyên tundrewiyê tê de dîtine û got: "Ew kesekî tundrew û dij-Mesîhî bû. Berê Mesîhî bûye, lê paşê bûye dijminê Mesîhiyan."
Trump her wiha rexne li gotara siyasî ya dijberên xwe girt û got: "Gotarên kîn û nefretê yên Demokratan ji bo welêt pir metirsîdar in."
Serokê Amerîkayê pesnê lezî û profesyoneliya hêzên ewlehiyê da û got: "Ez heyranê karmendên cîbicîkirina qanûnê me. Destwerdana wan pir bilez û seyr bû. Dema min dengê guleyan bihîst, ez ji bo birîndarbûna xwe ne nîgeran bûm."
Trump herwiha pêşniyaz kir ku "Xwarina Êvarê ya Peyamnêrên Koşka Spî" di nava 30 rojan de dîsa were lidarxistin, lê bi tedbîrên ewlehiyê yên pir tundtir.
Êrîşkar kî ye?
Li gorî agahiyên ku ji rayedarên ewlehiyê hatine girtin, navê gumanbar Cole Thomas Allen e. Lêkolîneran li ser hesabên wî yên medyaya civakî nivîsên tund ên dijî Trump û dijî ola Mesîhiyê dîtine. Herwiha bangewaziyên wî yên ji bo armancgirtina berpirsên hikûmetê hatine tespîtkirin.
Hat ragihandin ku xuşk û birayekî êrîşkar beriya bûyerê, polîs ji tevgerên wî yên gumanbar agahdar kirine. Hat zanîn jî, ku Allen endamê grûpeke bi navê "The Wide Awakes" bûye û berê li eyaleta Kalîforniyayê beşdarî çalakiyeke bi navê "No Kings" bûye.
Lêkolînên li ser vê "hewla terorkirinê" hîn jî bi berfirehî berdewam dikin, daku were zanîn ka pêwendiya êrîşkar bi grûpên din re heye yan na.