Babacan:Mafên Mirov, demokrasî û aborî pirsgirekên sereke ne
Alî Babacan dibêje, pirsgirêkên sereke yên Tirkiyê; binpêkirina mafên mirov, demokrasî û aborî ye û dema bibin desthilat girtiyên hizrê di zîndanê de nahêlin.

K24 - Navenda Nûçeyan
Alî Babacan dibêje, pirsgirêkên sereke yên Tirkiyê; binpêkirina mafên mirov, demokrasî û aborî ye û dema bibin desthilat girtiyên hizrê di zîndanê de nahêlin.
Serokê Gişti yê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê -DEVA, Alî Babacan bo kanaleke Tirkiyê, ku li ser Youtubê weşanê dike axivî. Da xuyakirin, li Tirkiyê pirseke sereke nehîştina azadî ye û ew jî girêdayî îradeya siyasî ye, ku rakirina qedexeyan zêde zehmet nîn e.
Babacan got, ew girîngiyeke mezin li azadiya hizr û ramanê didin û da xuyakirin, dema bibin desthilat, azadkirina girtiyên derbirîna hizrê wek karê xwe yekemîn dizanin. Da zanîn, eger girtiyên hizrê bên berdan, wê demê tirsa li ser derbirînê ya li ser civak û medya dê rabe.
Babacan got, sîstema Serokomarî sîstema takekesî ye û divê hemû astengiyên li pêş demokrasiyê bên rakirin ku pêşketina aboriyê jî girêdayî vê ye.
Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê -DEVA, îsal 11'ê Adarê hatibû damezrandin.
C.B