Li Silêmaniyê 16 pêketiyên bi Koronayê hatin tomarkirin
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê encamên nû yên pêketina bi vîrusa Koronayê belav kirin û ragihand, 16 pêketiyên nû hatin tomarkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê encamên nû yên pêketina bi vîrusa Koronayê belav kirin û ragihand, 16 pêketiyên nû hatin tomarkirin.
Di daxuyaniyekê de, Wezareta tenduristiyê belav kir, 16 pêketiyên nû bi vîrusa Koronayê li parêzgeha Silêmaniyê hatin destnîşankirin.
Ew pêketî wiha ne: 8 peya, 6 jin, keçek û kurek in, 14 ji wan ji pêketiyekî berê virus vegirtine û 2 pêketiyên din jî, nîşanên nexweşiyê lê hene.
S. B