Hûsiyan êrîş kir ser saziyên “Aramco”yê li Erebistana Siûdiyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Leşkerî yê Koma Ensarulahê (Hûsî) ya Yemenê ragihand ku bi mûşekên balîstî û dronan êrîş kiriye ser kompaniya petrolê ya “Aramco”yê li Riyada paytexta Siûdiyê û devera Xureysê; herwesa gef kirin ku li ser bingeha "pêşveçûn li beranberî pêşveçûnê", lêdana li saziyên petrolê yên wî welatî dê berdewam be.
Berdevkê Leşkerî yê Koma Ensarulahê (Hûsî) ya Yemenê Yehya Serîh duhî Şemî, 4ê Cotmeha 2026ê, di daxuyaniyekê de eşkere kir ku wekî bersivek bo êrîşên asmanî yên Siûdiyê, hêzên wan bi rêya çend mûşekên balîstî û dronan du operasyonên leşkerî yên cihêreng di nav kûrayiya axa Erebistana Siûdiyê de kirine.
Li gorî wê daxuyaniyê, operasyona yekê kompaniya petrolê ya “Aramco”yê li Riyada paytext kiriye amanc, û di operasyona duyê de jî her li saziyên wê kompaniyê li devera petrolê ya Xureysê hatiye dan. Serîh amaje jî da ku wan êrîşan amancên xwe bi hûrbînî hingaftine û agirekê mezin berbûye wan cihan.
Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan behsa wê yekê jî kir ku ev êrîş piştî wê yekê hatine kirin, ku balafirên cengî yên hevpeymanan bi serokatiya Siûdiyê tenê di dema 12 seetên borî de 50 êrîşên asmanî kirine ser Sena, Cûf, Teiz, Emran, Hece û Sadeyê, bi vê yekê jî hejmara êrîşan ji destpêka aloziyên nû ve gihîştiye hezar û 460 êrîşên asmanî.
Serîh hişyarî jî da Riyadê ku mûşek û dronên wan kariyee astengên sîstema berevaniyê ya rojavayî bibirrin û got: "Em dê li ser lêdana bingehên leşkerî û saziyên petrolê yên Siûdiyê berdewam bin, heta wê demê ku destdirêjî û dorpêçên li ser welatê me bidawî bibin, û em dê hevkêşeya dorpêç li beranberî dorpêçê û pêşveçûn li beranberî pêşveçûnê bi cih bînin."
Ev pêşveçûna tund a Hûsiyan di demekê de ye ku di çend rojên borî de amadekariyên Siûdiyê û hevpeymanên wê ji bo êrîşeka berfireh a bejahî bi merema kontrolkirina tengava Bab el-Mendebê û kenarên Deryaya Sor li dijî Hûsiyan hatibûn eşkerekirin.