Li Rojavayê Kurdistanê derman kêm bûne
Tunebûna û buhabûna nirxê dermanan li Rojavayê Kurdistanê bûye pirsgirêkek.
K24 – Qamişlo
Tunebûna û buhabûna nirxê dermanan û bi taybetî dermanên nexweşiyên giran, bûye pirsgirêk li cem xelkên Rojavayê Kurdistanê ku gazinan dikin û dibêjin divê aliyên berpirs çareseriyekê ji wan re bibînin.
Welatiyên Rojavayê Kurdistanê gazinan dikin, dermanên wan li dermanxaneyan peyda nabin û heger peyda bibin jî, nirxê wan gelekî giran bûye û ne her kesek dikare bikire.
Hin dermansaz dibêjin ku di dema dawiyê de rêjeya dermanên ku digihe her dermanxaneyekê kêm bûye û ev jî bûye sedema ku derman gelek caran peyda nebe, nemaze dermanên taybet bi daxistina pileya germahiya laşê zarokan, dermanên fişara xwînê û yên şekir. Herwiha didin zanîn ku nirxê şîrê zarokan bi awayekî berçav bilind bûye.
Piraniya dermanan ji bajarên hundirê Sûriyê mîna Şam, Heleb û Humisê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin û jiber rawestandina kar di hin kargehên dermanan de li bajarên navbûrî, rêjeya derman ya digihe Rojava kêm bûye û ev jî bûye sedema kêmbûna derman û buhabûna nirxê wê di deverê de.