Parlementerê Kurd daxwaza dest vekşandinê ya Hukimeta Sûriye kir
Parlemanterê Kurd yê Encûmena gel ya Sûriyê Omer Osê ji Kurdistan 24 re ragehand ku di çarçoveya civîneke Encûmena gel ya Sûriyê daxwaza destvekişandin û standina baweriyê ji Hikûmeta Sûriyê kiriye
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlemanterek Kurd yê Sûriyê daxwaza destvekişandin û standina baweriyê ji Hikûmeta wî welatî dike.
Parlemanterê Kurd yê Encûmena gel ya Sûriyê Omer Osê ji Kurdistan 24 re ragehand ku di çarçoveya civîneke Encûmena gel ya Sûriyê daxwaza destvekişandin û standina baweriyê ji Hikûmeta Sûriyê kiriye piştî wêranbûna abûriya Sûriyê û daketina nirxê lîreya Sûrî. Herwiha Osê got ku wî daxwaz kiriye ku careke din danûstandinên di navbera Kurdan û Hikûmeta Sûriyê de berdewam bibin û herdu alî jî nermahiyê nîşan bidin.
C.B