Peyamnêrê K24ê: Hêzên Dijeterora Îraqê ber bi Curf El-Sexrê ve çûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê eşkere dike ku piştî aloziyên vê dawiyê, ji bo cara yekê Elî Zeydî du lîwayên Dijeterorê û hêzeke bersivdana bilez şandine derdora Curf El-Sexrê û heta roja Înê destûrî daye Ketîbeyên Hizbulahê daku deverê vala bikin; herwisa biryar e ku îşev Çarçoveya Hevahengiyê li ser wê pirsê bicive.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê Dîlan Barzan îro Duşemê, 16ê Mijdara 2026ê, got ku piştî wan aloziyên ku çê bûne, ev cara yekê ye Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ji Bexdayê Elî Zeydî hêz şandine Curf El-Sexrê.

Li gorî zanyaran, du lîwayên Dijeterorê yên Îraqê îro piştî seet 4:00 ê êvara ber bi wê deverê ve ketine liv û tevgerê û gihîştine derdora Curf El-Sexrê. Ew hêza rahênankirî ya Dijeterorê ya ku çûye derdora wê deverê ev dema du hefteyan e hatiye Bexdayê, herwisa hêzeke bersivdana bilez jî ligel e, ku her du hêzan rahênan û meşqên taybet dîtine û şarezayiyeke zêde di operasyonên leşkerî de heye.

Dîlan Barzan herwisa got ku ew hêz li derdora Curf El-Sexrê ne û heta niha neçûne di nav wê deverê de, ji ber ku fermana Zeydî li cem wan nîne. Herwisa Zeydî destûrî daye koma Ketîbeyên Hizbulaha Îraqî daku ji wê deverê derkevin û hêzên Dijeterorê yên Îraqê biçin hundir; li gorî zanyaran jî, heta roja Înê destûrî ji wan re hatiye dan.

Serokwezîrê Îraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Elî Zeydî li benda civîna Çarçoveya Hevahengiyê ye, daku di wê civînê de vê mijarê yekalî bike.

Peyamnêrê Kurdistan24ê amaje bi wê yekê jî da ku di demekê de ku pêştir Çarçoveya Hevahengiyê her heftiyê carekê diciviya, ev ji bo dema 27 rojan e ji bo ti pirs û mijarekê neciviyaye û biryar e îşev seet 7:30 civîn li mala Heyder Ebadî, bi amadebûna Serokwezîrê Îraqê û tevahiya serkirdeyên Şîeyan bi rê ve biçe û mijara wan a serekî jî dê pirsa Curf El-Sexrê be.