Kolombiya.. Şoferek ji ber nikare kirêya xanî bide pasa weke malê bikartîne
Vayrosa Korona bûye sedem hejmarek zêde ya xelkê li seranserê cîhanê, bê kar, li mal bimîn in.
K24- Hewlêr
Vayrosa Korona bûye sedem hejmarek zêde ya xelkê li seranserê cîhanê, bê kar, li mal bimîn in.
Li Kolombia jî, şofêrek otobûsê, piştî karê wî rawestiyayî, nekarî kirêya xanîyê xwe bide. Neçar ma, bas a xwe bike mal û tê de bijî .
Vayrusê korona yê nû jiyana gelek xelkê li derdora cîhanê guhert, Xorxê Rîkortê welatiyê kolombî yek ji wan kesan e ku jiyana wî zehmetir bû..
Xorxê şifêrê otobûsa giştî bû, ji bod eh salan ev kar kiriye, lê niha bê kar maye, ew jî ji ber kwarantînê û mabûna neçar li malê, perên wî neman, û îdî nema dikare kirya mala xwe bide..
Jorge Ricaurte şifêrêberê yê otobûsê dibêje: Min kirya mala xwe û mala keça xwe dida, ez şifêrê basê bûm, lê dema kwarantîn destpê kir, kes nema li basê siwar bû, nabê ez zêdetirî 10-12 kesan siwar bikin, polîs nahêlin, ez jî nikarin bi vê hijmara kêm kar bikim.
Take çare hember Xorxê ew bû ku di basê de bijî, navê basa xwe jî kiriye Morgan.. lê Morgan wê ji sermayê û mêş û pêşiyan naparêze..
Jorge Ricaurte şifêrê berê yê otobûsê got: Jiyana li vir zehmete, ji ber ku li mala min her tişt hebû, li vir tenê textek û himamek heye, bi şev sermaye, mêş derbasî hundur dibin, ev ne jiyan e.
Hijmara pêketiyên vayrusê korona yê nû li Colombia ku rêjeya hejariyê bilind e, nêzîkî 40 hezarî dibe, di dema ku zêdetirî 1200 kesî can ji dest dane..