Li Sûriyê pêketina 16 kesan bi Koronayê hat ragihandin
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê pêketina 16 kesên din bi vîrusa Koronayê ragihand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê pêketina 16 kesên din bi vîrusa Koronayê ragihand.
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, 16 kes li bajarokê Ras Miera yê li derdora Şamê bi vîrusa Koronayê ketin û ji ber wê jî, ew bajarok bi temamî hat kerentînekirin.
Diyar kir jî, ew kesên nû bi Koronayê ketine, vîrusa ji pêketiyekî berê vegirtibûn, ku ew ajokarê barhilgirekê ye û di navbera Sûriye û Urdinê de çûnûhatinê dike.
Bi vî awayî, hejmara kesên li navçeyên di destê rêjîma Sûriyê de bi vîrusa Koronayê ketine gihîşt 141 kesan, ji wan jî 6 kesan canê xwe jidest dane.
S. B