Di 24 demjimêrên burî de 587 meksîkîyan bi Koronayê canê xwe ji dest da

Wezareta Tenduristîya Meksîkê ragehand, 587 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan û 4 hezar û 790 kesên din jî tûşî wî derdî bûn e.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya Meksîkê ragehand, 587 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan û 4 hezar û 790 kesên din jî tûşî wî derdî bûn e.

 Bi ragehandina evê encamê, hejmara tûşbûyên Koronayê li Meksîkê gehişte 133 hezar û 974 kesan. Heweha hejmara mirîyan gehişte 15 hezar û 944 kesan.

Roja Çarşembîya burî, 4 hezar û 883 kes tûşî nexweşîyê bibûn û 708 kesan jî canên xwe ji dest dabûn.

Hikumeta Meksîkê ragehandîye, hejmara tûşbûyan û mirîyan bi derde Koronayê gelek ji evê hejmareyê zêdetire, amaran tenê ew kes vegirtin e; ewên hatine gehandin bo nexweşxaneyan û ketine jêr çavdêrîyê.