Li Rûsiya 183 kesan bi Koronayê canên xwe ji dest dan

Di 24 demjimêrên burî de li Rûsiya 9 hezar haletên tûşbûnê bi koronayê hatin tomarkirin û 183 kesan jî bi wî derdî canên xwe ji destdan.

K24- Hewlêr

Di 24 demjimêrên burî de li Rûsiya 9 hezar haletên tûşbûnê bi koronayê hatin tomarkirin û 183 kesan jî bi wî derdî canên xwe ji destdan.

 Jûra Operasyonên taybet bi berengarbûna Koronayê li Rûsiya, evro Heynîyê ragehand, di 24 demjimêrên burî de, 8 hearz û 987 kes tûşî koronayê bûn. Hejmara tûşbûyên Koronayê li Rûsiya gehişte 511 hezar û 423 kesan.

Herweha 183 haletên mirinê hatin tomarkirin û bi wê yekê jî hejmara mirîyan bi sedema Koronayê li wî welatî gehişte 6 hezar û 715 kesan.

Bi giştî heya niha 269 hezar û 370 kes baş bûn e û ji wî derdî derbaz bûn e.