Li Sûriyê 6 kesên din bi Koronayê ketin
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê pêketina 6 kesên din bi vîrusa Koronayê ragihand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê pêketina 6 kesên din bi vîrusa Koronayê ragihand.
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, 6 kes li bajarokê Ras Miera yê li derdora Şamê bi vîrusa Koronayê ketin û ji ber wê jî, ew bajarok bi temamî hat kerentînekirin.
Duhî jî Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê pêketina 12 kesên din bi Koronayê li gundewarê Şamê ragihandibû.
Bi vî awayî, hejmara kesên li navçeyên di destê rêjîma Sûriyê de bi vîrusa Koronayê ketine gihîşt 170 kesan, ji wan jî 6 kesan canê xwe jidest dane.
S. B