7 kesên din li Sûriyê bi vîrusa Koronayê

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê pêketina 7 kesên din bi vîrusa Koronayê nû COVID-19 ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê pêketina 7 kesên din bi vîrusa Koronayê nû COVID-19 ragihand.

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, 7 kes li bajarokê Ras Miera yê li derdora Şamê bi vîrusa Koronayê ketin û ji ber wê jî, ew bajarok bi temamî hat kerentînekirin.

Duhî jî Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê pêketina 6 kesên din bi Koronayê li gundewarê Şamê ragihandibû.

Bi vî awayî, hejmara kesên li navçeyên di destê rêjîma Sûriyê de bi vîrusa Koronayê ketine gihîşt 177 kesan, ji wan jî 6 kesan canê xwe jidest dane.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan dibêje, hejmara kesên li Sûriyê bi vîrusa Korona ketine ji hejmara ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê radigihîne, zêdetir e.

 

S. B