Kongireya Desteya Danûstandinan a Dijbereya Sûriyê berdewam e
Kongireya Desteya Danûstandinan a Dijbereya Sûriyê di roja 2yemîn de berdewam e, û Ibrahîm Biro ji bo postê Cîgirê Serokê Desteyê namzed e.
K24- Hewlêr
Kongireya Desteya Danûstandinan a Dijbereya Sûriyê di roja 2yemîn de berdewam e, û Ibrahîm Biro ji bo postê Cîgirê Serokê Desteyê namzed e.
Kongreya Desteya Danûstandinan a Dijbereya Sûriyê li Riyazê berdewam e. Biryar e jî, Desteya Serokatiyê bê guhertin.
Serokê Desteyê Nesir Elherîrî belav kiriye, Enes el'Ebde Serokê Itîlafê, bo Serokatiya Desteyê namzed e, herweha Ibrahîm Biro jî, bo postê Cîgirê Serokê Desteyê namzed e.
Ev kongre ya 3yemîn a Desteya Danûstandinê ye, ku ji sala 2017an ve Nesir Elherîrî Serokatiyê dike. Divê Kongre di 2 salan de bicive, lê jiber komek ji nakokiyan, ev Kongre heta 13ê Hezîran a îsal, hate paşxistin.