Desteya Danûstandkar a Opozîsyona Sûriyê serokekî nû hilbijart
Desteya Danûstandkar a Opozîsyona Sûriyê di nava nakokiyan de, Enes El Ebde wek serokê desteyê hilbijart.
K24 – Navenda Nûçeyan
Desteya Danûstandkar a Opozîsyona Sûriyê di nava nakokiyan de, Enes El Ebde wek serokê desteyê hilbijart.
Kongreya Desteya Danûstandkar ji pêr ve li Riyadê Paytexta Siûdiyê birêve diçe. Duhî bi beşdariya 22 endaman ji 3 qewareyan û baykotkirina 3 platforman “Qahîre, Mosko û Desteya Hevrêziyê”, Enes El Ebdê wek Serokê Desteya Danûstandkar hat hilbijartin.
Endamê Îtîlafa Opozîsyonê Necîb Rehmon ragihand, di kongreyê de, nakokî di navbera endamên desteyê de derbarê tevlîkirina endamên serbixwe yên derket, ku Platforma Mosko û Platforma Qahîre ligel tevlîkirina endamên serbixwe yên nû ne, lê yekîneyên serbazî û Îtîlaf li dij in.
Necîb Rehmon amaje bi wê jî da, di du rojên bê de, dê Cîgirê Serokê Desteyê û endamên desteyê dê werin hibijartin.
Li gor zanyariyan, endamê Komîta Derve ya ENKSê Îbrahîm Biro kandîdê posta Cîgirê Serokê Desteya Danûstandkar e.
Desteya Danûstandkar a Opozîsyona Sûriyê bi awayekî rasterast serperiştiya hemû danûstandinên bi rêjîma Sûriyê re û Komîta Destûrê yên bi serperiştiya Netewên Yekgirtî re birêve diçin, dike.
Li gor peyrewa navxwe, biryar bû kongreya desteyê di Mijdara 2019an de birêve biçûya, lê di dema xwe de nebû. Piştre jî Siûdiyê di meha Berçileya 2019an de mêvandariya civînekl ji kesên serbixwe kir, ji bo wan tevlî desteyê bike, wê yekê jî perçebûn xiste nava desteyê.
Li gor şopîneran, Siûdiye dixwaze hejmûna Tirkiyê di nava Desteya Danûstandkar de kêm bike û li şûna endamên serbixwe, kesên ji aliyê xwe ve tê de bicih bike.
S. B