Li zozanan qusandina heriya pez destpê kiriye

Berxbirîn di demsala Havînê de li zozanan wek kevneşopiyeke çandî hebuna xwe diparêze.

K24 – Diyarbekir

Li zozanên Nebirnav a navbera Wan û Colemêrgê de  karê berxbirînê deriyê dahateke berketî bo welatiyan vedike. Van rojan bo berxbirînê 11 karkeran ji Sêrtê berê xwe dane zozanê Nebirnavê. Karkerên berxbirînê bo xebata xwe rojane 450 Lîreyê Tirkî bi dest dixin. Berxbirîn di heman demê de wek mîhrîcanekê tê li darxistin.

Berxbirîn di demsala Havînê de li zozanan wek kevneşopiyeke çandî hebuna xwe diparêze. Van rojan li Zozanên Nebirnavê ku navbera Wan û Colemêrgê de ye kelecana berxbirînê heye. Hirîya ku ji berxan tê bi destxistin bo karkeran dibe deriye dahateke berketî. Koçerên ku li Zozanên Nebrinavê berxikên xwe kom kirine ji Sêrtê jî tîmek teybet bo berxbirînê anîne. Karker Abdûlbakî Sadak jî ku bi salane vî karî dike dibêje dahata wan baş e lê li gorî keda ew didin û zehmetiya dikêşin ew wî pereyi heq dikin û dibêje kareke wisa ye ku ji deste her kesî nayê.

Abdûlbakî Sadak dibêje: “Em ji Sêrte hatine nebirnavê. Em hatine pez biqusînin. Em cewêzî ne.  Em bi yewmiye pez diqusînin. Ew jî ji Sêrtê ne koçer in. Bakirine me. Em jî hatin. Yewmiya me 450 lîre ye. Rojane em 100 paz diqusînin. Karek gelek zehmet e. Herkes nikare bike. Ji ber wê yewmiye evqasî baş e.”

Di demsala havînê de bi teybetî di mehên tîrmeh û tebaxê de ku pileya germe bi ser 40î dikeve û zozan hênik in koçer ajalên xwe derdixin zozanan û dema herî guncav bo bidestxistina hiriyê jî ev dem e. Karker Abdurahman Somûncû tîne zimên ku li Bakurê Kurdistanê gelek tîmên berxbirînê hene û her yek li zozanekê belav dibin.

Abdûrrahman Somûncû diyar dike: “Em rojê 100 pezî diqusînin. Koma me 11 kes in. Em yewmiyecî ne. Komên din jî hene. Her komek diçe zozanekê. Em çûbûn Katoyê me ewder bi dawî kir û piştî wê derê em hatin vê derê.”

Karê berxbirînê bi amurên teybet tê kirin ku amura birîn pê tê kirin cew e û kesên ku vî karî dikin jî navê wan Cewaz e û ji koma ku vî karî dike re jî  Koma Xirxope tê gotin. Birîna hiriyê bo berxek kêm zêde di 3 xulekan de xilas dibe Berxek salê carekê ji birînê derbas dibe, ji ber birînê şîrê berxan kêm dibe lê baştir goşt dide. Hiriya ku ji berxan tê bi destxistin di gelek qadên jiyanê de û di warê hilberîna pîşesaziyê de tê bikaranîn.