Li Meletiyê helîkoptereke leşkerî ya Tirkiyeyê ket û 4 leşker mirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê ketina helîkoptereke leşkerî ya welatê xwe li sînorê parêzgeha Meletiyê ragihand; herwisa bi sedema wê bûyerê agir berbû wê deverê û hejmareke zêde ji tîmên rizgarkirinê û leşkerî gihiştine cihê ketina wê helîkopterê.

Li gorî ragihandineke fermî ya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê (MSB), seet 18:45 ê êvara îro Pêncşem, 12ê Mijdara 2026ê, helîkoptereke S-70 a leşkerî ya artêşê li derdora gundê "Samankoy"ê yê girêdayî bajarkê "Yeşîlyurt"ê li parêzgeha Meletiyê, bi sedemeke nediyar rûbirûyî bûyerê bûye û ketiye.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê amaje bi wê yekê jî kiriye ku tîmên peywendîdar gihiştine cihê bermayiyên wê helîkopterê û yekser proseya lêgerîn û rizgarkirinê dest pê kiriye. Piştî ketina wê helîkopterê, yekser hejmareke zêde ji tîmên Rêveberiya Karesatên ji Nişkê ve (AFAD), Rizgarkirina Lezgîn a 112ê û Agirkujiyê bo deverê hat şandin.

Li gorî zanyarên medyayî, bi sedema ketina wê helîkopterê agirekî kêm berbûye derdora bermayiyên wê lê bi lez ji aliyê tîmên agirkujiyê ve hatiye kontrolkirin û vemirandin.

Hêzên ewlehiyê û berpirsên leşkerî li cihê wê bûyerê dest bi lêkolîneke berfireh kiriye û tê çaverêkirin ku di çend seetên bê de aliyên fermî yên Tirkiyeyê zêdetir hûrgiliyan li ser sedema ketina wê helîkopterê û çarenivîsa siwarên wê belav bikin.

Herwisa Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê (MSB) di ragihandineke nû de eşkere kir: "Di encama ketina helîkoptereke me ya leşkerî ya ji S-70 de li sînorê parêzgeha Meletiyê bi sedemeke nediyar, çar leşkerên me jiyana xwe ji dest da." Wezareta navbirî di daxuyaniya xwe de serxweşî ji malbatên qurbaniyan û hêzên çekdar ên Tirkiyeyê re xwast.