Li Amêdiyê Festîvala Tehînê dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Dihokê ve, îro bi beşdariya 140 cotkar û xwediyên aşan, Festîvala Tehîn û Berhemên Xwemalî dest pê kir. Hat ragihandin ku ev çalakî dê sê rojan berdewam bike.

Berdevkê Festîvala Tehîn û Berhemên Xwemalî li Amêdiyê di daxuyaniyekê de ji bo kanala Kurdistan24ê ragihand, ji bo festîvala îsal 140 kon ji bo beşdarbûyan hatine vedan û qada rawestana wesayîtan jî ji bo pêşwazîkirina mêvan û welatiyan hatiye berfirehkirin.

Berdevkê festîvalê her wiha diyar kir ku li perawîza vêxistina festîvalê, çendîn çalakiyên çandî û hunerî tên lidarxistin: "Di çarçoveya festîvalê de ahengeke hunerî ya stranan, govenda folklorî ji aliyê tîpên herêmî ve, pêşangeha karên destî û xwarinên resen ên Kurdî tên pêşkêşkirin."

Parêzgarê Dihokê di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistan24ê re tekez kir, armanc ji lidarxistina van mîhrecan û festîvalên payîzê ew e ku berhemên cotkarên herêmê bên danasîn û nîşandan. Parêzgar destnîşan kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî berdewam piştgiriya cotkaran dike da ku ew bikarin berhemên xwe bi awayekî baştir di bazar û festîvalan de bifroşin.

Parêzgarê Dihokê her wiha dilxweşiya xwe nîşan da ku hilberîna navxweyî pêş dikeve û got: "Cihê kêfxweşiyê ye ku îro aşvanekî tehînê ji min re got ku wî nêzîkî 50 ton tehîna xwe hinardeyî Ewropa û Amerîkayê kiriye. Ev pêngav derfetên saxkirin û bazarkirina berhemên cotkarên me li derveyî welat jî gelekî zêde dike."