Mamosteyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê daxwaza kar dikin

Însiyatîfa Mamosteyên Kurdî bang kir ku mamsoteyên beşa Kurdî xwendine û li benda tayînê ne, werin bicihkirin.

K24 – Diyarbekir

Însiyatîfa Mamosteyên Kurdî bang kir ku mamsoteyên beşa Kurdî xwendine û li benda tayînê ne, werin bicihkirin. Platforma Zimanê Kurdî jî derbarê banga Însiyatîfa Mamosteyên Kurdî de amaje kir ku ev mijar berpirsiyariya hemû Kurdan e ku bînin rojevê û xwedî lê derbikevin.

Însiyatîfa Mamosteyên Kurdî bi daxuyaniyekê bal kêşand ser rewşa kesên ku li Zankoyan Beşa Zimanê Kurdî xwendine û nehatine tayînkirin. Di daxuyaniyê de tê amajekirin ku bi sedan kesan 4 salan perwerdeya mamsotetiya zimanê Kurdî dîtine lê di pergala fermî de bo van kesan cih nayê dayîn û salane ji pêdiviya rasteqîn gellekî dûr tenê 2 an jî 3 mamoste tên tayînkirin. Berdevkê Însiyatîfa Mamsoteyên Kurdî Mehmet Emîn Ay jî tîne zimên ku pêdiviya bi milyonan zarokên Kurd bi perwerdeya zimanê zikmakî heye û divê ev pêdiviya mezin û rewa were dabînkirin.

Berdevkê Însiyatîfa Mamsoteyên Kurdî Mehmet Emîn Ay ji K24ê re got: “Zarokên Kurdan heta 6-7 saliya xwe bi Kurdî diaxifin. Paşê dest bi tirkî dikin. Ev yek bandorê li ser dêruniya zarokan jî dike. Em ji Wezareta Perwedeyê ya Tirkiyeyê dixwazin mamosteyên Kurdî bicih bike.”

Banga Însiyatîfa Mamosteyên Kurdî ji aliyê sazî û partiyên daxwaza mafên rewa yên neteweyî yên Kurdan dikin ve jî rastî piştgiriyê hat. Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî şerefxan Cizîrî jî piştgiriya platformê bo bangê ragihand û amaje kir ku divê ev mijar ne tenê di rojevê aliyekê de be û bila hemu aliyên Kurdan perwerdeya zimanê zikmakî têxin rojeva xwe de.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî diyar kir: “Pirsa zimanê Kurdî ne tenê mijara Platforma Zimanê Kurdî ye. Rojnamevan, mamoste, pizîşk, endazyar divê vê pirse aktuel bikin. Bînin rojevê. Divê zorê bidin partiyan, zorê bidin rayedarên dewletê.”

Di sala 2011an de Li Zankoyên wek Zankoya Artuklu ya Mêrdîn, Zankoya Bîngolê ya Çewligê, Zankoya Alparslan a Mûşê beşên zimanê Kurdî vebibûn û salane bi sedan xwendekar dibin derçuyên van beşan. Li gorî daneyên fermî di sala 2020an de bo perwerdeya zimanê Kurdî 1 bo Kurmancî û 1 jî bo Zazakî bit evde tenê 2 mamoste hatine tayînkirin.