Mask dibe beşek ji kultura gelan
Wisa xuya ye bikaranîna maskan êdî dibe kultur û li gel kevneşopiyên gelan têkel dibe
K24 – Hewlêr
Wisa xuya ye bikaranîna maskan êdî dibe kultur û li gel kevneşopiyên gelan têkel dibe. Hindistan yek ji wan welatan e ku bi xeml û neqşên xwe yên gelêrî maskan çêdike û li cil û bergên welatê xwe diguncîne.
Çêkirina maskan û pêşketina şêwaz û awayên wan ên cuda û balkêş, hêdî bi hêdî di kultura welatên cîhanê de cih digre. Hindistan ku bi kultura xeml û neqşên reng bi reng tê nasîn, di çêkirina maskan de jî rengê kultura xwe nîşan didin û li cil û bergên jinan diguncînin. Maskên reng bi reng û bi morîkan hatine xemilandin, bala jinan dikşînin.
Bazirgan û kesên ku di çêkirina maskên bi xeml de hunera xwe nîşan didin, di wê baweriyê de ne ku ji bilî qezenca darayî, maskên bi vî awayî xelkê bo bikaranîna wan han dide.
Rêveberê kargeheke maskan a li Hindistanê dibêje: “Ji ber ku hikûmet rênimayiyên nû di bikaranîna maskan de ragihand, me car din dest bi çêkirina maskên bi vî awayî kir. Bikaranîna xeml û neqşan jî, ji bo handana welatiyan e, eger kiriyar hebin, danîna elmas û kevirên bi nirx jî dibe.”
Buhayê maskên li vê kargehê têne çêkirin, herî kêm 2 dolar e. Maskên herî buha ku bi elmas hatine xemilandin, digihîje 5 hezar dolaran.
Her çiqas bikaranîna maskan li cîhanê weke çekeke bi hêz a li dijî vîrûsa koronayê tê binavkirin, lê ji aliyekî din ve jî bazara bazirganan jî germ kiriye û bûye model û derxistina kultura gelan.
Î.A