Serokwezîra Fînlandayê piştî 16 salan bi bavê keça xwe re zewicî

Sanna Marin, Serokwezîra Fînlandayê piştî evîndariya 16 salan, îro yekşemê zewaca xwe ya bi bavê keça xwe re ragihand

K24 – Navenda Nûçeyan

Sanna Marin, Serokwezîra Fînlandayê piştî evîndariya 16 salan, îro yekşemê zewaca xwe ya bi bavê keça xwe re ragihand.

Hikûmeta Fînlandayê eşkere kir; merasîma daweta Sanna Marin, Serokwezîra Fînlandayê bi amadebûna 40 mêvanan, li baregeha fermî ya hikûmetê hatiye lidarxistin.

Sanna Marin li ser rûpela xwe ya Instagramê wêneya xwe û hevjînê xwe belav kir, ku berî 16 salan li zanîngehê ew nas kiriye. Marin li ser rûpela xwe nivîsandiye: Ji ber ku tu li cem min î, spas.

Herwiha di nivîsa bin wêne de gotiye: “Ez kêfxweş im û spasdar im, ji ber ku ez jiyana xwe li gel zilamê ku ez jê hez dikim, hevbeş dikim. Me gelek tişt bi hev re dîtin û em beşdarî xweşî û nexweşiyên hev bûn, me di aramî û ba û bahozan de piştgiriya hev kir.”

 

Î.A