Îro Şarbajêr du caran hat bombebarankirin

Îro navçeya Mawet a ser bi devera Şarbajêr a Silêmaniyê du caran hat bombebarankirin

K24 – Silêmanî

Îro navçeya Mawet a ser bi devera Şarbajêr a Silêmaniyê du caran hat bombebarankirin û dema di navbera wan her du bombebaranan de kêm bû.

Kameran Hesen, Qaymeqamê Navçeya Mawet ji K24ê re ragihand: “Îro demjimêr 13:15ê heta 13:30ê, çiyayê Balose ku li nêzîkî gundê Qamîş e, hat bombebarankirin.”

Qaymeqamê Navçeya Mawet eşkere kir; ji ber bombebaranê zirar negihiştiye canê ti kesî.

Kameran Hesen amaje bi wê yekê kir; ji ber ku çend carên berê, Tirkiye ew dever bombebaran kiribû, ew gumana wê yekê dikin ku bombebaranên îro jî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatibin encamdan.

Çend hefte berê, firokeyên Tirkiyê li Kunemasî ya ser bi Şarbajêr, wesayîteke çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bombebaran kir, di encama bombebaranê de çend welatiyên sivîl birîndar bûbûn û gerîlayekî PKKê jî jiyana xwe ji dest dabû.

 

Î.A

Fly Erbil Advertisment