Li Kifrîyê rojek ji bo huner û muzîkê tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Înstîtuya Dako ya Geşepêdana Huner û Çandê îro bi rêya pêşangeheke şêwekariyê û konsêreke muzîkê, peywendiya di navbera huner û nasnameya civakî de li bajarê Kifrîyê derdixe pêş.

Serokê Înstîtuya Dako, Helo Şêrko Bêkes îro 4ê Mijdara 2026an, ji "Kurdistan24"ê re ragihand, çalakiya yekem pêşangeha şêwekariyê ya bi navê "Rengê Kifrîyê" ye. Di pêşangehê de 25 hunermend beşdar dibin û bi rêya reng û tabloyên xwe li Galerîya Şêwekarên Kifrîyê balê dikişînin ser dîrok, bîrwerî û dewlemendiya çandî ya bajêr.

Helo Bêkes diyar kir ku çalakiya duyem konsêreke muzîk û stranan e ku li "Seraya Kifrîyê" tê lidarxistin. Ev konsêr bi hevkariya Koma Muzîkê ya Lur û bi beşdariya hunermendan Mihemed Ebdul, Pişkêw Kerîm, Mihemed Germiyanî û Şaxewan Dawude birêve diçe.

Serokê Înstîtuya Dako destnîşan kir ku armanca van her du çalakiyan ew e ku Kifrî wekî qadeke hilberîna çandî û hunerî were nîşandan û her du şaxên sereke yên hunerê (şêwekarî û muzîk) ji bo parastina nasnameya herêmê bibin yek.