Rewşa turizmê li Başûrê Kurdistanê di serdema Korona de

Her sal pir turîst seredana Başûrê Kurdistanê didin. Bi taybetî herêma Badînan. Çunku ev herême li Başûr ê Kurdistanê bi peytextê Turîzmê we re naskirin...

Her sal pir turîst seredana  Başûrê Kurdistanê didin.  Bi taybetî herêma Badînan. Çunku ev herême li Başûr ê Kurdistanê bi peytextê Turîzmê we re naskirin. Di nava herêm a Badînan de qeza  AKRê bi bûka herêma Badînan we re naskirin.. Çunku pir cihên turîzmî hene, bala turîsma ji xwe re dikişînin, lê belê 2020 de qaza Akrê salek pir zarar û zîyan bû.

Cejn a Nevrozê û Sîpê Akrê û Kanî Zerik. Ev cihe bûne eger, ku xelkê Bexda û Başûrê Iraqê hwd serdan a Qeza Akrê bikin. Lê belê  îsal Vayrosa Korona bo eger turizim nekarin seredan a cihên turizmî ên Akrê bikin û xekê Akrê nekarîn ji wan sûdmen bin. Çunku salên derbazbûyî  pir kesan seredan a cihên turîzmî Akrê kirbûn.

Li gorey Rêveber ya  turîsmî li Akrê  sala 2019 de  rêja turîsma 265 hizar kesan turîsim seredan a cihên turîsmî Akrê kirin e. Ji wan nizîkî 130 hizar kesan seredan a senterê cihên tûrîzmîmî Akrê kirine. Dahatî turîsmî  Akrê sala 2019 de nizîkî  Sê Milyar û Neh ed û Heftê û Pênç Milyon dînar bûne.

Îsal ji ber Korona û girtin a rêkên hatin û çûna divber a parêzgehên herêm a Kûrdistanê û bigrê digel parêzgehên Iraqê û girtina Firokexane û Dergehên Sinirî rêja  turizma bo kêmtir  ji 10% . Ev yek bo eger kû alîyê turîsmî  Çar milyar dînaran zara ji xwe re bîne.

Lêbelê pirs ewe  ji bo xelkê Akrê heta niha  bi tinê hin kes sûdmend dibin ji dahatê turîzmî. Çendîn salin  xelkê Akrê ji gazindan ji  alîyên peywendîdar dikin. Ku sûdmend nabin ji alîyê turîzm a bajêrê xwe.

Şehwan ZÊBARÎ