Delîl Dîlanar li Enqerê konsertek li dar xist
Enqere (K24) – Hûnermendê Kurd Delîl Dîlanarê biraziyê şahê dengbêjan yê Husenê Muşî û şagirtê hostayê navdar ê mey û bilûrê yê Radyoya Êrîvanê Egîdê Cimo, li Enqere bi guhdarên xwe re hat balhev. Dîlanarê ku bi şîrovekirina klamên klasîk ên weke bi amûrên nûjen, şêwazekî nû afirandiye konserteke bêhampa lidarxist.
Delîl Dîlanerê ku ew di muzîka Kurdî de yek ji nûnerên herî xurt ê rêbaza resen a “hoste û şagirtiyê” tê qebûlkirin û ji zaroktiya xwe ve di nav kevneşopiya dengbêjiyê de mezin bûye û li dîwanên apê xwe, dengbêjê mezin Husênê Mûşî, dema xwe derbas kiriye li Enqerê derket ser dike û konsertek lidarxist.
Di konsertê de Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, parlamenterên DEM Partiyê, parlamentere Partiya DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen û bi sedan kesên din ji bo guhdariya Dîlanar amade bûn.
Hunermêndê Kurd Delîl Dîlanar di vî warî de ji Kurdistanê24ê re ragihand: “Beriya her tiştî mîrasa dengbêjan ne tenê ya mamê min, ya hemû dengbêjên ku ji bo Kurdistanê, bi dengê xwe yê kurdewarî strane ji bo min hemû girîng in, ne tenê ya malbatê birastî jî em ji ber taybetiya malbatê ya dengbêjiyê di nav wê çandê de mezin bûn rast e.”
Dîlanar herwisa got: “Niha ez bibêjim ez ne dengbêjim rastî ez ne dengbêjim. Çimkî dengbêjî ew tiştekî klasîk e, di wextê xwe de rola xwe leyistin û îro nemaye wekî her karekî din. Lê çi ye arşiveke mezin ji me re hiştin, hîmê muzîka Kurdî ji me re hiştin û her tişt anin gihandin vê rojê ewqas tiştên nivîskî ku hatibûn şewitandin bes bi gotin, bi dengbêjan; dîroka Kurdistanê, çanda Kurdistanê, çîrokên Kurdistanê ji me re anîn heta vê rojê, ji niha û şûn ve divê em vanan bikaribin ji nû ve şîrove bikin.”
Dîlanar ligel ku kêfxweşiya xwe ya ji b ovan rêzekonsertên xwe anî ziman derbarê proseya aştiyê de jî ragihand ku ew wekî hûnermend piştgiriya proseyê û rawestandina şer û pevçûnan dikin û da zanîn ku ji şer zêdetir pêdivî bi diyalog û axaftinê heye.
Navbirî amaje jî da: “Ev 40-50 sal e Kurdan şerekî gelekî mezin kirin û êdî roja îro roja şer nîne belkî hinek kes dibêjin wiha nabe lê çawa dbe bila werin bixwe çêbikin, birastî wisa nabe, em dibêjin bi şer nabe bi diyalog bi müzakere em bikaribin pirsa xwe li ser mase bihevre danûstandin bike. Niha jî kê tiştekî bi vî rengî kiribe destê wî sax be, çi ji destê kî tê bila bike em jî wekî hunermend piştgşiriya vê dikin.”
Maşallah Peker jî, ku yek ji kesên amadebûyî bû, ji K24ê re got: “Me Kurmancan serfiraz kir, wekî din, apê wî hevalê min bû, Husenê dengbêj ji Mûşê hevalekî min yê qenc bû, wê çaxê bant/kaset ji me re tijî dikir.” Cansûyê, jî ku keseka dî ya amadebûyî bû got: “Delîl Dîlanar pir hûnermendê hêja ye, yanî em pir hez dikin, xweş derbas bû.”
Ne tenê li Enqereyê, lê herwiha biryar e Delîl Dîlaner her di çarçoveya vê serdan û çalakiya xwe de di rojên bê de li bajarên din jî yên Tirkiyeyê, wekî Izmîr, Bursa, Mersîn û Antalyayê, konsertan li dar bixe.