Keça Beşar Esed li Tirkiyê tê dîtin
Rojnameyên Tirkiyê wêneyên keça Serokê Sûriyê Beşar Esed belav kirin, ku ligel hevalên xwe li Tirkiyê geştê dikin.
K24 – Navenda Nûçeyan: Rojnameyên Tirkiyê wêneyên keça Serokê Sûriyê Beşar Esed belav kirin, ku ligel hevalên xwe li Tirkiyê geştê dikin.
Rojnameya “Sebah” a Tirkiyê yê nêzîkî AK Partiyê belav kir, Zên keça Beşar Esed li bajarê Budrumê yê ser deryaya Egeyê ligel hevalên wê li nava keştiyekê hatiye dîtin.
Rojnameyê da zanîn, Zên Beşar Esed di dama dawiyê serdana hevalên xwe li Stenbolê kiribû û piştre ligel hevalên xwe serdana Budrumê kirin.
Wê rojnameyê amaje bi wê da, Zên Esed û hevalên xwe nasnemyên xwe veşartibûn.
Ji destpêka krîza Sûriyê ve, pêwendiyên Sûriyê û Tirkiyê têk çûn û medyaya fermî ya Sûriyê Tirkiyê wek welatekî dagîrker bi nav dike, serdana keça Serokê Sûriyê bo Tirkiyê wek bûyerekê balkêş tê dîtin.
