Serok Barzanî sersaxiyê ji Wezîrê Pêşmerge re dixwaze
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî di peywendiyeke telefonî de sersaxî ji Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl re xwast, ji ber wexera dawiyê ya birayê wî.
Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de belav kir ku Serok Barzanî êvara îro Duşem, 16ê Mijdara 2026ê, bi rêya telefonê peywendî bi Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl kir û sersaxî ji wî re xwast, ji ber wexera dawiyê ya Xudêjêrazî Ehmed Îsmaîl ê birayê wî.