Armanca serdana Pompeo bo Rojhilata Navîn çi ye?

Serokê Amerîkayê roja 13ê Tebaxa 2020an eşkere kiribû; Mihemed bin Zayid, Şazadeyê Cînişîn ê Ebû Zebî û Binyamîn Netanyahu, Serokwezîrê Îsraîlê li ser asayîkirina peywendiyên Îmarat û Îsraîlê rêkeftin kirine. Vê rêkeftinê li ser asta herêmê û cîhanê karvedanên mezin li pey xwe anî.

K24 – Waşinton

Serokê Amerîkayê roja 13ê Tebaxa 2020an eşkere kiribû; Mihemed bin Zayid, Şazadeyê Cînişîn ê Ebû Zebî û Binyamîn Netanyahu, Serokwezîrê Îsraîlê li ser asayîkirina peywendiyên Îmarat û Îsraîlê rêkeftin kirine. Vê rêkeftinê li ser asta herêmê û cîhanê karvedanên mezin li pey xwe anî.

Di çarçoveya vê pêngava Amerîkayê de bo asayîkirina peywendiyên navbera wan du welatên Rojhilata Navîn, roja yekşemê Mike Pompeo, Wezîrê Derve yê Amerîkayê dest bi serdana welatên Îsraîl, Behreyn, Îmarat û herwiha Sûdanê kir.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê roja sêşemê, ji Îsraîlê rasterast ber bi Sûdanê bi rê ket û ev jî salek piştî rûxandina rejîma Umer El Beşîr, yekem car e rayedarekî payebilind ê Amerîkayê serdana Sûdanê dike.

Mike Pompeo di serdana xwe ya Sûdanê de mijara asayîkirina peywendiyên navbera Sûdan û Îsraîlê gotûbêj kiriye û li hember vê jî piştgiriya Amerîkayê bo Sûdanê nîşan daye, ku Waşinton hewl dide ji aliyê xwe ve navê Sûdanê ji lîsteya welatên piştevanên terorê derbixe.

Geşta Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Rojhilata Navîn di demekê de ye ku Binyamîn Netanyahu, Serokwezîrê Îsraîlê ragihandiye; hefteya bê şandeke Îsraîlê ligel Şêwirmendê Bilind ê Serokê Amerîkayê, bi mebesta gotûbêj û piştevaniya rêkeftina navbera Îsraîl û Îmaratê serdana Ebû Zebî dikin.

Li gor zanyariyan, rêgirtina berfirehxwaziya hejmûna Îranê, asayîkirina peywendiyên welatên Erebî ligel Îsraîlê, pêşvebirina mijara aboriya wan welatan ligel Amerîkayê naveroka mijarên sereke yên civînên Mike Pompeo ligel serokên wan welatan in.

 

Î.A

Fly Erbil Advertisment