Wezareta Perwerdeyê tenê 2 mamoste ji bo Kurdî peywirdar kirin
Ji koma 20 hezaran, tenê 2 mamoste ji bo Kurdî hatin peywirdarkirin.
K24 – Diyarbekir
Ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê ve hat ragihandin ku 20 hezar mamosteyên nû hatine peywirdarkirin. Lê di nava mamosteyên nû de tenê 2 mamoste bo zimanê Kurdî hatiye wergirtin. Ev yek rastî nerazîbûna saziyên parastina zimanê Kurdî tê û daxwaz ew e ku derçuyên beşên zimanê Kurdî werin peywirdarkirin.
Wezareta Perwerdeyê Ya Tirkiyeyê beriya serdema nu ya perwerdeyê 20 hezar mamosteyên nu wergirt. Di nava 20 hezar mamosteyan de tenê 2 mamoste bo Kurdî hatin peywirdarkirin. Ev hijmara ku bo Kurdî hatî veqetandin ji aliyê saziyên ku hewl didin parastina zimanê Kurdî bidin ve rastî bertekên tund hat.
Rêveberê Hereketa Zimanê Kurdî Hez-Kurdê Barij Celalî dibêje divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û hemu beşên perwerdê de were bikaranîn lê divê Kurd jî li zimanê xwe xwedî derbikevin da dewletê mecburê avêtina gavan bikin.
Berdevkê Hereketa Zimanê Kurdî Hez-Kurd Barij Celalî ji K24ê re got: "Heta ku ev pirsgirêk di çarçoveya yasayî de newe çareserkirin ev dîmen dê her dem were ber çavê neteweya Kurd. Divê Kurd jî li hemu qadên jiyanê daxwaza zimanê xwe bikin. Divê zarok jî ji dê û bavên xwe bixwazin ku zimanê xwe bi kar bînin."
Derbarê helwesta dewletê ser zimanê Kurdî de bal tê kêşan ku hember zimanê Kurdî ji berê de helwesteke neyînî heye û bi pergala bişaftinê re girêdayî nayê xwestin zimanê Kurdî di civakê de belav bibe. Endama Tora Çand û Zimanê Kurdî Cewahîr Sadak amaje dike ku divê êdî Kurd li ser vê rewşê wek bersiv li zimanê xwe xwedî derbikevin.
Endama Tora Çand û Zimanê Kurdî Cewahîr Sadak diyar dike: "Dibêjin li Tirkiyeyê ji 30 milyonî zêdetir Kurd hene. Ji bo 30 milyonî 2 mamoste tenê hatine erkdarkirin. Henekê xwe bi gel dikin. Îca divê Kurd vê yeke bibînin. Dibe ku sibe wan mamosteyan jî ji kar biavêjin û bêjin we dersa zimanê Kurdî daye."
Ji Zankoyên Bakurê Kurdistanê yên ku beşa Ziman û Wêjeya Kurdî tê de hene heta niha kêmzêde 1500 xwendekar derçûne lê ji van xwendekaran qasî % 10 ê kêmtir kes hatine peywirdarkirin. Saziyên parastina zimanê Kurdî dibêjin sedem ew e ku desthilat wek amureke siyasetê ziman bi kar tîne lê dema ne di berjewendiya wan de be gavan navêjin.