Li Mûş û Meletî erdhej
Bi vê erdhejê navçeya bajarê Mûşê, Tîl (Korkut) û navçeya Meletî, Hekîmxan hejiyan.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarên bakurê Kurdistanê erdhej çêbû. Bi vê erdhejê navçeya bajarê Mûşê, Tîl (Korkut) û navçeya Meletî, Hekîmxan hejiyan.
Li gor agahiyên fermî heya niha çi ziyanên canî nehatine zanîn.
Li gor agahiyan li Mûşê demjimêr 03.15'yê erdhej çêbû. Pileya lerizîna erdê 4,2 ye.
Erdheja li Hekîmxan demjimêr 03,47 pêk hat. Pileya lerizîna erdê 4,1 e.