Herêma Kurdistanê hest bi payîzê dike!
Li gor daxûyaniyê piştî 3 rojan em dê hest bi hatina werzê payîzê bikin.

Hewlêr (K24) - Rêveberiya Meteorolojiyê (Rewşa Hewayê) ya Herêma Kurdistanê dibêje, "Êdî dereceya germahiyê her kêmtir dibe." Li gor daxûyaniyê piştî 3 rojan em dê hest bi hatina werzê payîzê bikin.
Berî demeke kurt, dereceya germahiyê gelek zêde bûbû. Lêbelê van rojên dawî germahî hatiye di bin 40 dereceyan de.
Derheqê germahiyê de texmînên du rojên li pêş me:
Hewlêr:
Roja Înî: Herî kêm 25 ° - Herî zêde: 36°
Roja Şembiyê: Herî kêm: 23° - Herî zêde: 37°
Silêmanî:
Roja Înî: Herî kêm 23 ° - Herî zêde: 38°
Roja Şembiyê: Herî kêm: 22° - Herî zêde: 36°
Duhok:
Roja Înî: Herî kêm 23 ° - Herî zêde: 39°
Roja Şembiyê: Herî kêm: 21° - Herî zêde: 37°