Li Bakurê Kurdistanê Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê hat avakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê tifaqek bi navê “Hevbendiya Neteweyî Kurdistanê” hat avakirin û bi daxuyaniyeke çapemeniyê jî ji raya giştî re hat parvekirin, damezrênerên Hevbendiyê amaje kirin ku ew siyaseta entegrasyonê û siyaseta dewleta Tirkiyê ya bi salane dijî kurdan tê meşandin red dikin û wê li Bakurê Kurdistanê xeteke neteweyî ava bikin û bo vê armancê jî wan rêbazeke nû cuda dane pêşiya xwe.

Di 7ê Mijdarê de li Diyarbekirê bo pêkanîna tifaqeke neteweyî ji aliyê partî û rêxistinên kurdistanî ve konferansek hatibû li darxistin. Di encama wê konferansê de biryar hat dayîn ku Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê were avakirin. Damezirandina Hevbendiya Neteweyî Ya Kurdistanê jî bi bedşariya Partiya Welatparêzên Kurdistanê, Partiya Sosyalîsta Kurdistan, PêlKurd, PdkBakur, Tevgera Vejîna Kurdistanê û Însîyatîfa Yekîtiya Neteweyî bi civîneke çapemeniyê hat ragihandin û hat amajekirin ku dê bi rêbazeke nû li Bakurê Kurdistanê nunertiya siyaseta neteweyî were kirin.

Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ji Kurdistan24ê re got: “Ev birîneke kûr e, li Bakurê Kurdistanê hewlên pêkanîna yekîtiya neteweyî hatine dayîn û bi ser neketine, emê rêbazeke nu û cuda bidin ber xwe, me bernameyek daye pêşiya û em hêvîdar in ku vê carê wê bi ser bikeve.”

Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê meclîsa xwe ya ku ji 51 kesan pêk tê jî saz kir û hat amajekirin ku dê li Bakurê Kurdistanê bi awayeke berfireh dest bi xebatên xwe bike û bo bidestxistina mafên kollektîf ên kurdan siyaseteke neteweyî bi bibandor bimeşîne û her wiha bal hate kêşan ku rewşa Bakurê Kurdistanê bo siyasetke şûngir a neteweyî guncav e .

Aktîvîst Necmedîn Ruhayî dibêje: “Li Bakurê Kurdistanê di warê nunertiya siyaseta neteweyî de valahiyek heye, civak jî vê valahiyê dibîne û daxwaza siyasetek neteweyî dike, ji ber wê em dibêjin bingeh jî guncav e bo siyaseteke neteweyî.”