Li Diyarbekirê ji bo malbatên xizan xwarin tê amadekirin
Li Diyarbekirê jinên xwebexiş ji bo malbatên xizan şûşeyên firingiyan amade dikin.
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê ji aliyê Navenda Piştgiriya Malbatan a navçeya Yenîşehîrê ve ji bo piştgiriya malbatên xizan ji demsala Zivistanê re xwarin tê amadekirin. Rojane kêmzêde 350 şûşe firingî tê amadekirin û bo 500 malbatan dê were belavkirin.
Yek ji amadekariyên zivistanê jî şûşeyên firîngiyan e ku ji aliyê Navenda Piştgiriya Malbatan a navçeya Yenîşehîrê ve bo piştgiriya malbatên xîzan ji demsala zivistanê re xwarin tê amadekirin. Di amadekirina şûşeyên firingiyan de jinên xwebexş kar dikin û firingiyên ku hatine berhevkirin di sîtilan de tên kelandin. Paşê jî tên şûşekirin û bo zivistanê tên hilanîn. Amadekara vê projeyê Şenay Akay dide zanîn ew rojane kêmzêde 350 şuşe dadigrin û armanca wan ew e ku isal bikaribin piştgiriya 500 malbatên xwedî pêdivî bikin.
Amadekara Projeyê Şenay Akay ji K24ê re got: “Em 15-20 jin dimejimêr 08.00an de dest pê dikin. Demjimêr 14.30an de em xilas dikin. Rojane 350 qevanoz em çêdikin. Em dixwazin bo 500 malbatan belav bikin. Heta niha me hezar qewanoz amade kirine.”
Jinên ku bi awayeke xwebexş di projeya alîkariyê de cih digirin dibêjin ew keyfxweş in ku dikarin alîkariya malbatên xîzan bikin. Jinên kedkar dibêjin ji xwe ew vî karî her sal bi mala xwe dikin û ji vî karî jî baş fam dikin û bang dikin ku ew dixwazin ev proje mayînde be û her sal xebatên bi vî rengî werin li darxistin.
Jina Xwebexş: “Em ji xîzanan re dibin alîkar. Em bi awayeke xwebexş hatine vir. Înşallah projeya me bidome. Xweş e.”
Jina Xwebexş: “Em amadekariyan dikin ku têxin şuşeyan. Em xebatkarên li ber sîtlian in û dişon. Her kesek karek dike. Mala xwe de jî em wisa dikin, li vira jî em wisa dikin. Keyfa min jê re tê. Em ji xwe re çêdikin. Ev 3 sal in ez têm vêderê.”
Şûşeyên ku hatine dagirtin di jureke teybet de tên hilanîn û paşê jî bo malbatên ku pêdiviya wan pê heye tên belavkirin. Qeymeqamê Navçeya Yenîşehîrê Mûrat Beşîkçî da zanîn ku ew projeyên ku ji ber pandemiyê hatibun rawestandin dê hedî hêdî werin aktîbkirin û xebatên bi vî rengî jî dê zêdetir bibin û sala bê jî bidomînin.