Mesrûr Barzanî li ser zêdebûna pêketina koronayê agahdarî dide

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand; her roj hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê bilez zêde dibe.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand; her roj hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê bilez zêde dibe û ji welatiyan daxwaz dike ku pabendî rênimayên xweparêziyê bibin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê li ser zêdebûna rêjeya pêketina vîrûsa koronayê li Herêma Kurdistanê eşkere kir: “Zêdebûna hejmara pêketina vîrûsa koronayê bilez berdewam e.”

Mesrûr Barzanî herwiha di tweeta xwe de diyar kir: “Ez ji welatiyan tika dikim ku pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û berpirsyariya me hemûyan heye ku em canê hevdû biparêzin.”