Platforma Zimanê Kurdî: Divê di zankoyan de Kurdî were dayîn
Platfroma Zimanê Kurdî ji Diyarbekirê nameyek vekirî bo Saziya Perwerdeya Bilind a Tirkiyeyê re rêkir ku di zankoyan de û di xebatên akademîk û zanistî de bêhtir bo Kurdî cih were dayîn
Diyarbekir (K24) – Platfroma Zimanê Kurdî ji Diyarbekirê nameyek vekirî bo Saziya Perwerdeya Bilind a Tirkiyeyê re rêkir ku di zankoyan de û di xebatên akademîk û zanistî de bêhtir bo Kurdî cih were dayîn. Li Tirkiyeyê Zanko girêdayî Saziya Perwerdeya Bilind in û Platfrom ji saziyê dixwaze rê li ber Kurdî veke.
Li Diyarbekirê ji aliyê Platfroma Zimanê Kurdî ve bi daxuyaniyek çapemeniyê nameyek vekirî bo Saziya Perwerdeya Bilind hat şandin. Nameya ji aliyê Berdevkê Platfroma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ve hatî xwendin de têxwestin di zankoyên ku Ziman û Wêjeya Kurdî wek şaxên bingehîn tê de hene beşên bingehîn werin vekirin, di bajarên mezin ên ku serjimêriya Kurdan gellek e de beşên bingehîn ên Ziman û Wêjeya Kurdî vebin, Li Stenbol û Diyarbekirê Enstituya Lêkolînên Kurdî werin vekirin, plansaziya zankoyek ku bi Kurdî di warê Zanistên Civakî de perwerdê bide were kirin. Rêveberê Platfroma Zimanê Kurdî Îrfan Soner amaje kir heta ku ew mafên xwe yên ziman bi dest bixin ewê çalakiyên bi vî rengî bidomînin.
Rêveberê Platfroma Zimanê Kurdî Îrfan Soner ji K24ê re got: "Me nameya yekem ji balyozxaneyên welatan re rêkir, ya duyem ji Serokatiya Diyanetê re rêkir ev a sêyem jî me ji Saziya Perwerdeya Bilind re rêkir. Di dorê de jî Balefirgeh û nexweşxane hene. Xelkê me li kuderê be divê li wê derê zimanê Kurdî hebe. Armanca me ew e ku zimanê xwe jîndar bikin û bi pêş bixin."
Di daxuyaniyê de bal hate kêşan ku di amadekariya nameye û daxwazan de bi profesör û akademîsyen û pisporan re şewir hatiye kirin ku ji gelek zankoyan jî akademîsyen alîkariya amadekirina vê nameye kirine. Endamê Platfroma Zimanê Kurdî Sedat Dogan anî zimên ku ew dixwazin bidin nîşan ev mafeke rewa ye û xwezayî ye û divê bi pîvanên zanistê were cîbicîkirin.
Endamê Platfroma Zimanê Kurdî Sedat Dogan dibêje: "Beşa zimanê Kurdî hatiye vekirin lê derçuyên beşe nikarin bi Kurdî teza xwe binivîsin. Em dixwazin ku çi deverek serjimêriya Kurdan lê gellek hebe bila beşa ziman û wêjeya Kurdî lê hebe. Ne tenê li ser ziman; li ser civaknasî, li ser olî, li ser erdnîgarî, li ser dêruniyê jî bila perwerde were dayîn."
Platforma Zimanê Kurdî bang kir ku li Tirkiyeyê ji 25 milyonî zêdetir Kurd hene û ew ji dewletê daxwaza cîbicîkirina mafê ziman bo Kurdan dikin û ji bo ku bikaribin bi awayeke xurttir van daxwazan bikin jî divê Kurd jî li zimanê xwe xwedî derbikevin û di her qadê jiyanê de hewl bidin ku zimanê xwe bi kar bînin.