Mehmet Kamaç: Tenê bi Çarçoveya Yasayê pirsgirêk çareser nabe; divê hikûmet gavên şênber bavêje
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Kamaç beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û pêşveçûnên dawî yên pêvajoya çareseriyê, vebûna Parlamentoya Tirkiyeyê û helwesta desthilatê nirxandin. Kamaç rexne li desthilata Tirkiyeyê girt ku piştî pesendkirina Çarçoveya Yasayê ti gavên berbiçav neavêtine û tekez kir ku divê pêvajo ne li gorî kêfa desthilatê, lê li gorî pêdiviyên rasteqîn ên dîrokê bi rê ve biçe.
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mehmet Kamaç îro 1ê Cotmehê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û ragihand, di 10ê Tebaxa 2026an de Çarçoveya Yasayê li Parlamentoya Tirkiyeyê hat pesendkirin û pêvajoya aştiyê bi awayekî fermî kete qonaxeke yasayî, lê belê got: “Mixabin ji wê rojê ve dewlet û desthilata Tirkiyeyê ti gavên şênber neavêtine. Ev yasaya derketî dê bibe çavkaniya yasayên nû ji bo çareserkirina pirsa Kurd li Bakurê Kurdistanê. Parlamentoya Tirkiyeyê piştî bêhnvedana ji 10ê Tebaxê îro dest bi karê xwe dike û em tekez dikin ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê, avêtina gavên bilez ferz e.»
Parlamenterê DEM Partiyê destnîşan kir ku cîhan û Rojhilata Navîn di serdemeke awarte û dîrokî re derbas dibin û hişyarî da ku her derengmayînek metirsiyan zêde dike û baweriya civakê lewaz dike: “Pêvajo li ser pêngavên dualî tê meşandin, ne tenê li ser baweriyê. Bi pêşengiya Abdullah Ocalan pêngavên dîrokî hatin avêtin. Piştî derketina yasayê em li bendê bûn pêngavên nû bên avêtin, lê nehatin. Tenê bi derxistina Çarçoveya Yasayê pirsgirêk çareser nabin. Li parlamentoyê deste û komîte hatin danîn û Koordînasyonek bi serokatiya Cîgirê Serokkomar pêk hat, lê mixabin jêrkomîsyonên di bin wê de hîn nehatine avakirin.»
Derbarê rola Abdullah Ocalan di proseya bêçekkirinê de, Mehmet Kamaç anî ziman: “Serokê Komîsyona siyasetbûn û çekdanînê birêz Ocalan e. Pêwîst e birêz Ocalan di vê pêvajoyê de aktîv bibe, erk û rola xwe ya dîrokî bibîne. Divê rê bê vekirin ku bikaribe bi rêxistina xwe re, bi civakê, saziyên sivîl û aktorên siyasî re hevdîtinan pêk bîne da ku pêvajo bi rêkûpêk bi pêş ve biçe.”
Kamaç herwiha amaje bi civîna beriya du rojan a Lijneya Ewlekariya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MGK) kir û got: “Em li bendê bûn ku di civîna MGKê de biryarek yan tespîteke xurt ji bo piştgirîkirina çekdanînê derkeve, lê mixabin dernexistin. Eger di civînên bê de biryarên wiha derkevin, dê zemîn li parlamentoyê bihêztir bibe. Em vê helwesta dewletê wek kêmasiyekê dibînin û em ê vê mijarê li parlamentoyê bînin ziman.”
Li ser pirsa derbarê peywendiya pêvajoyê bi rewşa Rojavayê Kurdistanê ve, parlamenterê DEM Partiyê diyar kir: “Her çend entegrasyona li Rojava û tevlîbûna HSDê di nava artêşa Sûriyeyê de heta astekê bi pêvajoyê ve girêdayî be jî, pêvajo ji kokê ve li ser vê bingehê nehatiye avakirin. Rast e, piştî guherînên li Sûriyeyê hinek xavbûn û sistî li Tirkiyeyê çêbû, lê ev tenê sedemek e. Heta pirsa Kurd li Rojhilata Navîn bi giştî çareser nebe, şer û alozî dê her berdewam bin; ji ber ku rewşa her çar parçeyên Kurdistanê bi awayekî siruştî bi hev ve girêdayî ye.”
Mehmet Kamaç li ser nexşerêya partiya xwe û plana B axifî û got: “Plana me ya bingehîn ew e ku em bê rawestan ji bo aştiyê û avakirina Komareke Demokratîk bixebitin. Em vê pêvajoyê wek karekî hêsan nabînin, zorî û astengiyên wê hene û em wan dişopînin. Her çiqas hin aliyên wê ne li gorî dilê me bin jî, ji bo serxistina aştiyeke mayînde em ê têkoşîn û karê xwe yê siyasî bi biryardarî bidomînin.”