Yekîtiya Ewropayê: Hevahengiya Hewlêr û Bexdayê stûna aramiya Iraqê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Yekîtiya Ewropayê ragihand, ew ê piştgiriya xwe ya ji bo çaksazîkirina sektora ewlehiya sivîl li Bexda û Hewlêrê bidomînin. Hevdem hişyarî da ku DAIŞ hîn jî wekî gefeke ewlehiyê maye û tekez kir ku hevahengiya berdewam a navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê garantiya sereke ya parastina aramiya welêt e.

Berdevkê Yekîtiya Ewropayê di bersiva pirsa Kurdistan24ê de derbarê vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî de da zanîn: “Em agahdar in ku proseya vekişîna hêzên hevpeymanan ji Iraqê li gorî plana diyarkirî bi rê ve çûye. Di heman demê de, Yekîtiya Ewropayê pabendbûna xwe ya tam bi serwerî, yekparçeyiya axê û aramiya Iraqê dupat dike.”

Berdevkê Yekîtiya Ewropayê hişyarî da ku tevî têkşikandina meydanî, rêxistina DAIŞê hîn jî wekî metirsiyeke ewlehiyê maye û Iraq li navenda hewlên rûbirûbûna vê metirsiyê de ye. Ji ber vê yekê, destnîşan kir ku divê civaka navdewletî ji bo çespandina ewlehiyê li ser alîkarîkirina Iraqê berdewam be.

Derbarê rola Yekîtiya Ewropayê ya di qonaxa piştî vekişîna Hevpeymaniya Navdewletî de, hat aşkerekirin ku YE dê bi rêya Şanda Şêwirmendiyê ya Yekîtiya Ewropayê li Iraqê (EUAM Iraq) berdewam be li ser pêşkêşkirina şêwirmendiya stratejîk û alîkariyê bo rayedarên Iraqê di warê çaksaziya sektora ewlehiya sivîl de; ev erk jî bi rêya ofîsa wan a li Hewlêrê jî tê meşandin.

Herwiha tekezî li ser pêgeha girîng a Herêma Kurdistanê hat kirin û hat gotin: “Di rewşa niha de, berdewamiya hevahengî û hevkariya navbera Bexda û Hewlêrê ji bo parastina aramiya giştî ya Iraqê pir girîng û çarenivîssaz e.” Hat diyarkirin ku her biryareke pêşerojê ya li ser qebare, guhertina erk û mayîna şanda EUAMê di destê welatên endamên Yekîtiya Ewropayê de ye.

Rêkeftina fermî ya navbera Bexda û Washingtonê ya ji bo bidawîanîna erkê leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî û danîna xişteya demî ya vekişînê, di Îlona sala 2024an de hatibû îmzekirin. Ev pêngav piştî mehan ji danûstandinên tîr ên lijneyên bilind ên serbazî yên hevbeş pêk hatibû.

Li gorî wê xişteya demî, prose bi awayekî qonax bi qonax hat cîbicîkirin; ji sala 2025an ve vekişîna beşek ji hêzan û radestkirina hejmarek baregehên leşkerî dest pê kiribû. Di dawiyê de jî, li gorî dema diyarkirî di 30yê Îlona 2026an de bi valakirina dawîn pêgeha hevpeymanan a li Baregeha Asmanî ya Hewlêrê, proseya vekişînê bi temamî bi dawî bû.