Li Girê Sîra ya Êlihê hosteyekî erebeyek cawaz çêkiriye
Erebeya hoste Ender Demîr li ser erdê û di avê de jî tê ajotin.
Diyarbekir (K24) – Li Bajarokê Girê Sîra ya Êlihê ji aliyê Hosteyek Sondajê ve erebeyek cawaz hatiye çêkirin ku erebeya balkêş di heman demê de dikare di avê de jî were ajotin. Hosteyê bi navê Ender Demîr dibêje wî kariye di mehekê de erebeyê çêbike û niha hewl dide ku erebeyeke mezintir bi vê şêwazê amade bike.
Hosteyê Sondajê Ender Demîr ê ku li bajarokê Girê Sîra ya Êlihê dijî li gorî derfetên xwe berhemeke balkêş û cawaz çêkiriye. Hosteyê jêhatî erebeyek çêkiriye ku erebeya wî di heman demê de dikare di avê de jî were ajotin. Ender Demîr dide zanîn ku wî erebeye xwe di nava mehekê de xilas kiriye. Hoste dide zanîn ku bi çêkirina Bendava Ilisuyê av heta 2 kîlometreyan nêzîkî gundê wan buye û wî jî çareseriyek wisa ditiye ku 2 kîlometreyan ser erdê diçe heta avê û ji wê derê pê de jî erebeya xwe dike qayîk û li ser avê rêya xwe didomîne.
Hostayê Sondajê Ender Demîr ji K24ê re got: "Motor li ser heye, teker di bin de hene wek erebeyê. Dîreksiyona wê heye bi mazotê dişixule. 10 kes dikarin lê siwar bibin. 1 demjimêrê de 15 kîlometre diçe, di avê de leztir diçe, 30 kîlometre diçe. Teybetmendiyek din jî heye dema di avê de diçe, avê bistîne jî binav nabe, hem weke botê ye, hem weke qayîkê ye."
Xelkê Girê Sîra jî bi berhema cawaz a Hosta Ender Demîr keyfxweş in û amaje dikin tişta ku Ender Demîr çêkiriye xebateke derasayî ye û wan berya niha qet wesaîtek wisa nedîtiye û dibêjin hosta ji xwe gelek jêhatiye û çaverêyî xebatên wî yên din ên balkêş in.
Hosta Ender Demîr ê ku ji zaroktiya xwe ve bi karê sondajê ve mijul dibe motorek bi hêza 17 bergîlan li erebeya xwe daye û dide zanîn piştî ku wî ev erebe çêkiriye û bi awayeke serkeftî bi kar tîne, biryar daye ku di pêşerojê de berhemeke mezintir bi vê şêwazê çêke ku qet nehatibe çêkirin.