“Belavbûna Korona li Rojava kêm nebe, tedbîrên din dê hebin”
Desteya Tendirustiyê dibêje, eger hejmara pêketiyan kêm nebe qedexe dê were dirêjkirin û eger heye bajarine din jî werin kerentînkirin.
Qamişlo (K24) – Qedexeya giştî ji bo 10 rojan li hejmarek bajarên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Şaneya Krîzê ve hate ragihandin. Li gorî biryarê hemû dibistan, zanîngeh û saziyên Rêveberiya Xweser dê werin girtin û herwiha tevgera bajar û bazaran bi temamî dê were rawestandin. Desteya Tendirustiyê dibêje, eger hejmara pêketiyan kêm nebe qedexe dê were dirêjkirin û eger heye bajarine din jî werin kerentînkirin.
Cîgira Hevserokatiya Desteya Tendirustiye Bêrîvan Derwîş ji K24ê re got: “Ev qedexe hat danîn, ji ber ku derman, alavên me yên bijîşkî û navendên me yên tendirustiyê kêm in. Qedexe dê ji roja Pêncşemê û heta 10 rojan dê berdewam bike. Piştî wê heger rêjeya pêketinan zêde bû, em ê qedexeyê dirêj bikin. Heger kêm bû jî, dibe ku em qedexeya sînordarkirî rabigihînin.”
Ji bo cara yekem qedexeya giştî ya çûnûhatinê, dukanên xwarin û goşt li xwe digire. Lewma welatiyan hewl didin pêdviyên xwe ji bo 10 rojan dabîn bikin.
Desteya Temwînê diyar dike, ji bo di rojên berî qedexeyê de keysebazî ji aliyê bazirgan û dukandaran ve çênebe, tîmên wan li bazaran digerin û çavdêriya nirxên keresteyan dikin.
Rêveberiya Xweser ji bo rêgirtina li belavbûna zêdetir a vîrûsa Koronayê, qedexeya giştî ji bo 10 rojan li Heseke, Qamişlo, Tebqa û Reqayê ragihand. Qedexe jî roja 26ê vê mehê dikeve warê bicihkirinê.