Li rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 46 kes hatin girtin
Di meha borî de, 46 welatiyên kurd li rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hatin binçavkirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Di meha borî de, 46 welatiyên kurd li rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hatin binçavkirin.
Li gor amarên Rêxistina Mafên Mirovan “Higaw”, di Mijdara 2020'an de li rojhilatê Kurdistanê 46 welatiyên kurd bi tometa çalakiyên siyasî, sivîl û mezhebî hatin girtin. Ev hejmar jî li gorî meha Cotmehê, ji sedî 20 zêde bûye.
Li gor amaran, 37 kes bi tometa çalakiya siyasî û pêwendiya wan bi partiyên siyasî yên rojhilata Kurdistanê re û herwiha 7 kes bi tohmetên çalakiyên civaka sivîl û 2 kes jî bi tohmetên çalakiyên mezhebî hatine girtin.
Hate diyarkirin, li parêzgeha Sineyê 21 kes, li Ormiyê 13 kes û li parêzgeha Kirmaşanê jî 12 kes hatine binçavkirin.