Hewlêr li ser asta Iraqê bajarê herî paqij hat hilbijartin

Li ser asta seranserê Iraqê, paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê weke bajarê herî paqij hat hilbijartin

Dîmenek ji bajarê Hewlêrê
Dîmenek ji bajarê Hewlêrê

Hewlêr (K24) – Li ser asta seranserê Iraqê, paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê weke bajarê herî paqij hat hilbijartin.


Rêveberê Xizmetguzariya Jîngehê yê li Şaredariya Hewlêrê Dr. Ferman Xelîl beşdarî bultena bernameya Rojbaş a Kurdistan24ê bû û li ser vê mijarê axivî.


Dr. Ferman Xelîl ragihand; paqijkirina paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê bi ser şeş şaredariyan ve hatiye dabeşkirin û her roj zêdetirî du hezar ton paşmayî li Hewlêrê têne berhevkirin û têne binaxkirin.


Xelîl herwiha eşkere kir ku niha Wezareta Bajarvanî û Xizmetguzarî lijneyek pêk anî ji bo damezrandina kargeheke cardin vegerandina paşmayiyan.