Li Herêma Kurdistanê amarên herî dawî yên koronayê

Di 24 demjimêrên borî de 248 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Xebatkarên tendirustiyê
Xebatkarên tendirustiyê

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 248 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 11 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 248 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 53 kes li Hewlêrê, 47 kes li Silêmaniyê, 130 kes li Duhokê, 3 kes li Helebceyê, 14 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand; 11 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ku ji wan 3 kes li Hewlêrê, 7 kes li Silêmaniyê û 1 kes jî li Raperînê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 497 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 116 kes li Hewlêrê, 18 kes li Silêmaniyê, 331 kes li Duhokê, 9 kes li Helebceyê, 23 kes li Germiyanê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 99749

Mirin: 3267

Başbûn: 63719

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.