Şêx Nûreddîn Mutlu wefat kir

Şêx Nûreddîn Mutlu ji ber pêketina bi vîrûsa koronayê (Covid-19) li bajarê Bedlîsê yê bakurê Kurdistanê wefat kir.

Şêx Nûreddîn Mutlu
Şêx Nûreddîn Mutlu

Navenda Nûçeyan (K24) - Şêx Nûreddîn Mutlu ji ber pêketina bi vîrûsa koronayê (Covid-19) li bajarê Bedlîsê yê bakurê Kurdistanê wefat kir.

Şêx Nureddîn Mutlu di meha Mijdarê de bi vîrûsa koronayê ketibû û ew rakiribûn nexweşxaneyeke navçeya Tetwanê. Lê îro danê sibehê rewşa wî ya tendirustî xerab bû û tevî hemû hewldanên bijîşkî di 87 saliya xwe de koça dawî kir.

Li gor zanyariyan, cenazeyê Şêx Nûreddîn Mutlu dê li navçêya Norşîna Bedlîsê li goristana Şêx Evdirahmanê Taxî were veşartin.

Şêx Nûreddîn Mutlu ku kurê Şêx Masûm Norşînî bû, di sala 1933an de li Norşînê jidayîk bûbû.

Fly Erbil Advertisment