Li Tirkiyê 220 kesên din bi koronayê canê xwe ji dest dan
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 220 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 220 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 15 hezar û 751 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 10ê Kanûnê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 30 hezar û 424 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 5 hezar û 918 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 1 milyon û 748 hezar û 567 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 5 hezar û 232 nexweş baş bûne û hejmara nexweşên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 452 hezar û 593 kesan.