Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê ji 16 milyon kesan derbas kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê (Covid-19) bi awayekî berdewam zêde dibe û heta niha li wî welatî zêdetirî 299 hezar pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.
Li gor amarên dawî yên îro 11ê Kanûna 2020an bi giştî hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li Amerîkayê gihiştiye 16 milyon û 39 hezar û 393 kesan.
Heta niha li Amerîkayê ji ber pêketina bi vîrusa koronayê 299 hezar û 692 pêketiyan jiyana xwe ji dest dane û 9 milyon û 330 hezar û 865 kesên pêketî jî baş bûne.