Li Mêrdînê jineke 103 salî ji Covid-19ê rizgar bû

Li navçeya Şemrex a Mêrdîn bakurê Kurdistanê, jineke 103 salî ya ku bi vîrusa koronayê ketibû (Covid-19) piştî tedawiyê ji koronayê rizgar bû.

Emîne Tekîn
Emîne Tekîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Şemrex a Mêrdîn bakurê Kurdistanê, jineke 103 salî ya ku bi vîrusa koronayê ketibû (Covid-19) piştî tedawiyê ji koronayê rizgar bû.

Emîne Tekîn piştî ku testa wê pozîtîv derket, ew 8 rojan li malê ma, lê rewşa wê her ku çû giran dibû û piştre bo Nexweşxaneya Dewletê ya Şemrexê hat rakirin. Piştî tedawiya 6 rojan, ji nexweşxaneyê derket.

Emîne Tekîn ku xwedî 4 zarok û nêzîkî 60 nevî ye, ajansa AAyê re diyar kiriye ku li malê pir zehmetî kişandiye û gotiye: "Nexweşî li min giran bû û ez birim nexweşxaneyê û di beşa nexweşiyên giran de razandin. Doxtor û hemşîreyên li wê derê gelekî xizmeta min kirin wan mîna pitikekê ez xwedî kirim."

Di berdewamiya axaftina xwe da Emîne Tekîn destnîşan kiriye ku 95 sal berê jî şewba webayê belav bûbû û ew ji wê nexweşiyê jî filitîbû û îro jî ji şewba Covid-19ê filitî.

Fly Erbil Advertisment